Rojava News: Yekineyên bereyê îslamî yê opozîsyona Sûrîyê bi hawanan êrîşî ser frokxaneya Neyrab ya navdewletî li Helebê kirin û fermandeyekî bereya îslamî jî dibêje: zîyanên mezin bi supayê Sûrîyê ketine.
Fermandeyê hêzên peyade yê bereya îslamî Ebu Welîd dîyar kir ku frokeyên şerkerên Sûrîyê berdewam taxên Helebê yên jêr kontrola opozîsyonê bombebaran dikin û xelkê sivîl dikin armanc.
Ebu Welîd da zanîn weku tolvekirin hember êrîşên frokeyên supayê Sûrîyê, bereya îslamî bi awayekî berfireh frokxaneya Neyrab ya navdewletî bombebarankirîye û zîyanên mezin li supayê Sûrîyê dayne.
