Îsraîlê binkeyek leşkerî ya rejîma Sûriyê bombebaran kir

Îsraîlê binkeyek leşkerî ya rejîma Sûriyê bombebaran kir

10:33:09

 

Rojava news: Artêşa Îsraîlê piştî du mûşekên Sûrî li axa Îsraîlê ketin, binkeyek leşkerî ya rejîma Sûriyê bombebaran kir.

Ew êrîşa mûşekî ya artêşa Îsraîlê ku îro 02.07.2017ê pêkhat wek hişyariyekê bo artêşa rejîma Sûriyê hate pênase kirin.

Berî naha artêşa rejîma Sûriyê du mûşek avêtibûn girên Golanê yên aliyê Îsraîlê, li hember vê yekê jî artêşa Îsraîlê binkeyek leşkerî ya rejîma Sûriyê li girên Golanê bombeberan kir.

Berdevkê artêşa Îsraîl Ronin Manilis ragehand ku rejîma Sûriyê berpirsyariya her sînor bezandinekê digre stûyê xwe û Îsraîl jî dê bersiva her destdirîjiyekê bide.

Bombebarana îro ya artêşa Îsraîlê di heyama 10 mehan de dibe êrîşa artêşa Îsraîlê ya şeşem li ser binkeyên leşkerî yên Sûriyê.