11:14:18
Rojava News: Rewangeha mafê mirov a Sûriyê ragehand, di heyama şeş mehên yekem a sala 2017ê de nêzîk 5400 kesên sivîl di encama şer û bombebaranan de hatine kuştin.
Li gor raporta Rewangeha mafê mirov a Sûriyê; ‘’Di destpêka sala 2017ê heta naha di encama şer û êrîşên hikûmeta Sûriyê û hêzên hevpeyman û grubên milîs, DAIŞ û grubên terorîst, PKK û hêzên kurd ên din de herî kêm 5381 hemwelatî hatine kuştin û ji wan 1059 kes zarokin û 742 kes jî jin in.’’
Herwaha li gor heman raportê hikûmeta Beşar Esed û hevpeymanan berpirsê kuştina 2072 kesên sivîlin ku 318 kes ji wan zarokin û 245 kesên din jin bûn.
Herwaha 875 kesên din ên sivîl ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin û 1008 hemwelatî jî di encama êrîşên hêzên hevpeyman de hatine kuştin.
641 hemwelatiyên sivîl bi destê hêzên Rûsya hatine kuştin, 512 kesên din jî ji aliyê kesên nenas ve bûne qurban.
Herwaha li gor heman raportê 153 hemwelatiyên sivîl jî ji aliyê alîgirên ser bi PKKê ve hatine kuştin ku 31 kes ji wan zarokin û 25 kesên din jî jin bûn.
