11:32:10
Rojava News: Li Sûriyeyê Feyleq er-Rehmana koma mixalîf a leşkerî îdia kir ku rejima Beşar Esed li Xutaya Rojhilat a herêma Şamê sîlaha bi xaza klorê bi kar anî.
Feyleq er-Rehmanê di hesabê xwe twitterê da got, "Rejim 13 roj in êrîşî Eyn Termayê dike û bi ser neket, li ser vê xaza klorê ya ku li gor hiqûqa navneteweyî bikaranîna wê qedexeye avête herêmên Feyleq er-Rehmanê.
Di daxuyaniym da hta diyarkirin ku 30 kes bi jehrê ketin.
Waîl Îlwanê berdevkê komê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku êrîşên bi xaza klorê ji beja û bi topan hatin kirin.
Îlwan got ku rejimê xwest ber bi bajaroka Zemelkayê pêşda here li ser vê Feyleq er-Rehmanê bersiv da hêzên rejimê û wiha pê da çû: "Me bersiv da êrîşên heêzên rejimê. Li ser vê bi xaza klorê êrîş kirin."
Îlwan destnîşan kir ku hemû kesên bi jedrê ketin mixalifên çekdar in, rewşa wan di asta xeternak da ye û ew ê wan 12 saetan di mişahedeyê da bigrin.
