11:38:42
Rojava News:Îro li paytexta Sûriyê Şamê teqînek bihêz pêkhat û hate ragehandin teqîn di encama êrîşeke xwekujiyê pêkhatiye û di encama êrîşê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest daye, 11 kes jî birîndar bûne.
Hate ragihandin ku li Qada Tehrîr a naverasta paytexta Sûriyeyê Şamê êrîşeke xwekujî hatiye kirin û di encama êrişê de 9 kesan jiyana ji dest dan 11 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyeke ewlekariyê ragihandiye ku hêzên ewlekariyê ketibûn pey du navgînên bombebarkirî û di wê demê teqîn pêkhatiye.
Li gorî agahiyên heman çavkaniyan dane, di encama wê teqînê de 9 welatî jiyana xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn.
Hîn hejmara kuştî û birîndaran nehatiye diyarkirin lê di heman demê de guleyên hawanê jî bi ser qada Beyterî û despêka rêya balafirgehê de jî hatin avêtin.
