Dijbereya Sûriyê: DAIŞ berhema destverdanên Îranê bo hereme ye!

Dijbereya Sûriyê: DAIŞ berhema destverdanên Îranê bo hereme ye!

11:10:10

 

Rojava news: Rêveberek opozîsyonan Sûriyê ragehand ku rêxistina terorîst a DAIŞê kurê fermî yê Îranê ye.

Serokê Tevgera El-Xedî ya dijbereya Sûriyê Ehmed Cerba ji rojnameya Şerqulewsetê re ragehand, Îran rikberiyê li gel hemû welatên navçe û cîhanê dike.

Ehmed Cerba ku yek ji rêveberên dijbereya Sûriyê ye dibêje, Îran dixwaze sînorên di navbera Îran û Sûriyê de bigre ku bi asanî bigehe milîsên nêzîk xwe yên li Sûriyê û Lûbnanê.

Ew rêveberê dijbereya Sûriyê dibêje, DAIŞ yek ji berhemên destverdanên Îranê ye li Iraqê û DAIŞ kurê şer-î yê Îranê ye.