12:30:29
Rojava News: Komela Ceyiş Islam ya bi ser Dijbereya Sûriya ve şeva bûrî ragihand ku 125 endamên rêjîmê li ser anîşerên Rojhilatê Xûta li gundewarê şamê hatine kuştin.
Ceyiş Islam infografek di vî mijarî de belav kirin ku tê de têkçûnên Rêjîma Sûriye tê diyar kirin, û li gorî agahiyen di infografî de 2 tank û 2 alavên zirxî û herweha boldozerek wêran kirine.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên rêjîme bi alîkariya milîsên biyanî di dema dawî de êrîşen xwe bi ser Xûta rojhelat ve dijwar kirine, bi armanca cudakirina taxa Cober ji bajarokên gundeware şamê.
