Amerîka ji bo pêşeroja Beşar Esad daxuyanî da!

Amerîka ji bo pêşeroja Beşar Esad daxuyanî da!

11:29:36

 

Rojava news: Li gorî îdîayan Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di axaftina xwe de ragihandiye ku ew qayîlin Rûsya pêşeroja Serokê Sûriyeyê Beşar Esad diyar bike.

Rûsyayê heta niha gelek caran gotiye, divê pêşeroja Beşar Esad ji terefê gelê Sûriyeyê ve were diyarkirin, lê digel vê hê jî nûçeyên ku Moskow dê ji bo vê biryarê wergire derdikevin.

Foreign Policy (FP) di nûçeya xwe de cih da hevdîtina hefteya borî ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres. Li gorî îdîayan Tillerson di hevdîtinê de gotiye: "Amerîka amade ye Rûsya pêşeroja Beşar Esad tayîn bike."

Li gorî FPyê Tillerson di axaftina xwe de got: "Armanca Washîngton a sereke li Sûriyeyê têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê û êrişên li hemberî artêşa Sûriyeyê jî jêvegerandina bikaranîna çekên kîmyewî ye.

Berpirsên rûsî heta niha gelek caran ji bo pêşeroja Serokê Sûriyeyê gotine divê xelkê sûrî pêşeroja Esad diyar bike.