Li bakurê Sûriyê 2 kamp ji heyama 15 rojan ve bê av in

Li bakurê Sûriyê 2 kamp ji heyama 15 rojan ve bê av in

13:12:54

 

Rojava News: Awareyên kampa Heremeyn û ya Ehl El-Şam li bajarê 'Izazê li bakurê Helebê  ji ber birîna avê ji heyama 15 rojan nerazîbûna xwe diyar kirin  

Û bi dehan aware li 2 kambên gundê Şemarîn nêzî bajarê 'Izazê li pêş navenda rêxistina ku lê kar dike derketin xwepêşandanekê

Herweha awareyekî da zanîn ku rêxistin rojê tenê sitêrek av pêşkêşî 450 malbatê dikin , ku ew teqin têra vexwarinê nake

Tê zanîn ku kampên awareyan li gundewarê bakurê Helebê rastî kêmbûna rajeyên belavkirina avê û kehrebeyê tên, herweha rewşên jiyanî dijwar , hevdem bi têkçûna rewşa tenduristî û hînkirinê