Rûsya: Grûbên sûriyeyî ji bo bombebaranê meşru bikin amadehiya êrişên kîmyewî dikin

Rûsya: Grûbên sûriyeyî ji bo bombebaranê meşru bikin amadehiya êrişên kîmyewî dikin

12:31:02

 

Rojava News: Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di axaftina xwe de ragihand ku grûbên sûriyeyî ji bo bombebarana Amerîkayê meşru bikin amadehiya êrişên kîmyewî dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di axaftina xwe ya civîna çapamenî ya heftane de got: "Di destê me de agahiyên ku grûbên sûriyeyî ji bo bombebarana Amerîkayê ya li hemberî hikûmeta Sûriyeyê meşru bikin amadehiya êrişên kîmyewî dikin hene. Amadehiyên provokatîf û plankirî têne kirin."

Li gorî daxuyaniya Zaxarova, rêxistina terorîst a DAIŞê di çarçoveya vê planê de ji bo hilberîna çekên kîmyewî amûrên taybet û laboratuvar veguhestin Reqqa û Dêra Zorê. Îhtîmala ku van çalakiyên provokatîf li cihên ku hêzên hikûmetê lê nebin bikar bînin. Yek ji van cihan jî herêma Gutaya Rojhilat k udi bin kontrola muxalifan de ye."

Zaxarova di dirêjiya axaftina xwe de got: "Îhtîmala heman provokasyonê ji terefê grûbên çekdar ku ji aliyê Erebîstana Siûdî, Urdin û Îsraîlê ve têne kontrolkirin li rojhilatê Sûriyeyê pêk were heye."