Agirbesta Deraa gihişt roja dawî

Agirbesta Deraa gihişt roja dawî

12:59:34

 

Rojava News: Di dema dawî de aramî û bêdengî di eniyên şer de di nav Rikberiya sûrî û Rêjîmê de çê bibû, nexasim piştî ragihandina agirbestê di destpêka vê hefteyê de.

Hate zanîn ku hêzên Rêjîmê bêhtirî carekê agirbest binpê kirin, û taxên Deraa bajêr bi top û bermîl û Napaliman topbaran kirin, û herweha taxên bajarokên Ariyê Xerbiyê û Şerqiyê jî topbaran kirin.

Ji aliyê xwe ve hêzên Rikberiyê odeyeke operesyonên hevbeş damezirandin, da ku şerê Rêxisitna Daişê û hêzên bi ser ve li devera newala Yermûk bikin.