13:12:57
Rojava News: Şer û pevçûnên tund di nav hêzên Rêjîma Sûrî û çekdarên rêxistina Daişê de li dora gundê El-Heso nêzîkî durêya Hema-Reqayê li gundewarê Hemayê yê rojhelat derketin.
Di heman demê de şer û pevçûn di nav hêzên Rejîmê û Daişê de derket.
Ji aliyê xwe ve balafirên Rûsî bi tundî gundên (Riwêde, û Ebû el-feşafîş, û Ebû Hefke, û Cina El-Elbawî) bi roketên valahî topbaran kirin, bê ku agahî libarê ziyanan bên.
Hêjaye gotinê ku hêzên Rêjîmê piştgiriyên leşkerî di rojên bûrî de anîn devere bi armenca derxistina Daişê ji gundewarê Helebê yê başûr.
