12:44:36
Rojava News: Wezîrê derve yê Amerîkayê ragehand, ku serokê naha yê Sûriyê di paşeroja Sûriyê de cîhê wî tineye.
Duh 07.07.2017ê wezîrê derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di civîna G 20 de li Hamburgê ragehand, heta naha çawaniya dûrxistina serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed nehatiye diyar kirin.
Rex Tillerson ragehand, Beşar Esed di qonaxên pêş a proseya siyasî ya Sûriyê de ti cîheke wî tineye.
