NY:Li Reqayê 50 hezar sivîl asê mane!

NY:Li Reqayê 50 hezar sivîl asê mane!

00:52:26

 

Rojava News: Neteweyên Yekbûyî ragihand ku nêzî 50 hezar sivîl li Reqa asê mane û xwarin, vexwarin jî li bajêr gelekî kêm bûne.

Berdevkê Rêxistina Navneteweyî ya Karûbarên Penaberan a Netewên Yekbûyî (NY) (UNHCR) Andrey Mehaçêk diyar kir ku ne hêsan e çavdêrên wan biçin navenda bajarê Reqayê, lewma nayê zanîn ka bi rastî çend kes asê mane, lê tekez kir ku NY texmîn dike hejmara sivîlan li Reqa, di navbera 30 heta 50 hezar kesî de be.

Mehaçêk destnîşan kir ku bi sedema wê rewşa li wî bajarî xwarin, vexwarin, derman û pêwîstiyên sereke yên jiyanê gelekî kêm bûne û di heman demê de rê li ber xelkê hatiye girtin ku bi selametî bigihin cihên ewle.

Andrey Mehaçêk got: "Netewên Yekbûyî hejmara wan kesên ku li Reqayê asê mane, bi 30 heta 50 hezar kesan texmîn dike, ji ber nekarîna serdankirina vî bajarî zehmet e ku hejmareke diyarkirî hebe. Xwarin, vexwarin, derman, û pêwîstiyên sereke yên din ji ber wê rewşa ku heye, kêm bûne. Sivîl hatine bêparkirin ku bi rêya korîdorên ewle ve bigihîjin, cihekî aram, stargehekê û yan jî cihekî parastî.