13:51:39
Rojava News: Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbuyî De Mistura ragihand ku li Cenevreyê hevdîtinên Sûriyê wê serê îlonê dest pê bikin.
Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbuyî (NY) Staffan De Mistura ragihand ku li Cenevê hevdîtinên Sûriyê wê serê îlonê dest pê bikin.
De Mistura li ofîsa Cenevê ya NYê, piştî tura 7.mîn a hevdîtinan daxuyanî da çapemeniyê û got: "Niyet û plana me ew e ku hevdîtinên Suriyê serê îlonê dîsa dest pê bikin. Me ji rejima Sûriyê heta niha ji bo pevajoya siyasî tu îşaret nedîtin. Lê ez li vê derê bangî wan dikim, bila bên û di tura din de di pevajoya siyasî de cih bigirin."
Di roja ewil a tura 7.mîn a hevdîtinên Sûriyê De Mistura bi heyeta rejimê ya bi serokatiya Beşar Ceferî û heyeta mixalefetê ya bi serokatiya Nasir Herîrî re yek bi yek hevdîtin kirin. Hevdîtinên ku 10ê tirmehê dest pê kiribûn, 14 tirmehê roja înê dawî bibûn.
Serokê heyeta muxalif Nasir Herîrî duh daxuyaniyek dabû çapemeniyê û gotibû rejim derbarê guftûgoya pêvajoya siyasî da xeberdanê red dike û ji ber vê yekê jî xwestibû Neteweyên Yekbûyî karê dikeve ser milê wê bi cih bîne. Herîrî di daxuyaniya xwe duh de wiha gotibû:
"Rejim li ser pêvajoya siyasî xeberdanê red dike. Xwe ji mijarên pêvajoya demkî ya siyasî dûr digire. Me ji Mistura xwest ku berpirsyariya xwe ya der barê mijara li ser meseleyên cidî yên guftûgoyê de bi cih bîne."
