01:57:46
Rojava News: Wezîrê berevaniyê yê Îsraîlê Avigdor Liberman di axaftina xwe de ragihand ku em destûr nadin Îran li başûrê Sûriyeyê bi cih bibe û li wir hêza xwe bi pêş bixe.
Wezîrê berevaniyê yê Îsraîlê Avigdor Liberman di axaftina xwe de got: "Îranê polîtîkaya xwe ya derveyê welat li ser tûnekirina Îsraîlê ava kiriye. Rola wê ya li başûrê Sûriyê ji bo me neyînî ye. Hewldanên Îranê yên li Yemen, Libnan û Sûriyê hemû ji bo tûnekirina me ye û em nikarin vê piştguh bikin. Em destûrê nadin Îran li başûrê Sûriyê bi cih bibe û hêza xwe bi pêş bixe."
Avigdor Liberman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hizbullah jî li Sûriyê bi cih bûye û armanca wê ya sereke jî tekoşîna bi Îsraîlê re ye. Ji xwe ew jî vê armanca xwe venaşêrin. Ez bawerim îstixbaratvanên rûsî jî dê vê piştrast bikin."
Liberman di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em naxwazin mudaxeleya nava Sûriyeyê bikin. Em rejima Sûriyê qanûnî nabînin. Helwesta me li hemberî Şamê eşkere û zelal e. Hetanî ewlehiya me nekeve xetereyê em eleqedarî wan nabin. Lê dema Sûriye bibe cepheyekî dijî Îsraîlê em nikarin bêdeng bimînin."
