20:05:16
Rojava News: Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand, di nav 24 demjimêrên dawî de, 7 herêmên din beşdarî peymana agirbesta Sûriyê bûne.
Li gor daxuyanîya wezaretê bi beşdarbûna 7 herêmên dawî re hejmara deverên beşdarî agirbesta Sûriyê Rûsya û Tirkiye garantorê wê ne bûne, gihîşt 2022yan.
Di daxuyanîya hevpar a Rûst-Tirk de, herwiha di nav 24 demjimêran de binpêkirinên agirbestê jî hatin eşkerekirin.
Li gor daxuyaniyê, li deverên Heleb, Laziqîye, Der'a û Şamê bi tevahî 22 caran agirbest hatiye binpêkirin.
Herwiha hat ragihandin ku Rûsyayê ji 7 navendên agirbestê re 7 caran pêdiviyên alîkariyê û erzaq belav kirine ku alîkarî gihîştiye 966 kesan û 274 kesan jî alîkariya tenduristiyê standiye.
