Rûsya êrîşa li ser balyozxaneya Şamê şermezar kir

Rûsya êrîşa li ser balyozxaneya Şamê şermezar kir

14:29:25

Rojava news: Wezareta Derve ya Rûsyayê êrîşa duhî ya li hemberî balyozxaneya xwe ya Şamê şermezar kir.

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de duhî ragihand ji herêma ku, di bin kontrola rêxistina Tehrîr El Şam (rêxistina sereke ya El Nusra ku navê xwe wek Fetih El Şam guherand jî di nav de) û Feylak El Rahman de, du topên hawanê li nêzî avahiya balyozxaneya me ya Şamê ketin, di teqînê de kuştî an jî birîndar çênebûn.

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de êrîşa li hemberî nûneratiya dîplomatîk a rûsî li Şamê bi biryarî şermezar kir û ragihand ku wê li Sûriyayê li hemberî terorîstan bêtawîz tekoşîn dewam bike.

Ji aliyekê din ve wezaretê di daxuyaniya xwe de bang li  civaka navnetweyî kir û ragihand ku, ji bo tunekirina hicreyên terorîstan divê civaka navnetewî di asta hiqûqî de xebatên xwe bike yek.