Fermandarê Artêşa Azad: Êm ê êrîşê YPGê bikin
Fermandarê Artêşa Azad: Êm ê êrîşê YPGê bikin

Fermandarê Artêşa Azad: Êm ê êrîşê YPGê bikin

14:42:55

 

Rojava News: Tirkiye bi berdewamî gefa êrîşa ser Efrînê dixwe. Di destpêka vê hefteyê de çend topên hawinê yên topxaneyên Artêşa Tirkiyê gihiştine nava bajarê Efrînê.

Fermandarê Lîwaya el-Mûtesem a Artêşa Azad Misrefa Sêcerî ji Rûdawê re got: “Ji bo cîbicîkirina plana rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji Efrînê ve êrîş kirine ser dijbereya Sûriyê. Hêzên rejîma Esed li sînorê Efrînê, li Nûbil û Zehra ne, lê carekê jî êrîşê wan nekirine.”

Mistefa Sêcerî eşkere kir, ku wan xwe amade kiriye da ku ligel Tirkiyê êrîşê YPGê bikin û wan hersê bajarokên par ji dest dane, dubare kontrol bikin.

Sêcerî got: “YPGê ew navçeyên erebnişîn dagir kirine û ne amade ye bi rêya danûstandinan radest bike.”

Beriya niha bi navbeynkariya Amerîkayê şandeke YPGê li gel berpirsên Lîwaya Mûtesem civiyabûn. Bi gotina berpirsên vî lîwayî di navbera herdu aliayn de rêkeftin hatiye kirin lê pêwîstiyên rêkeftinê nehatine cîbicîkirin.

 Ev demek e Artêşa Tirkiyê çekên xwe yên giran û zirîpoşên xwe aniye ser sînorê Efrînê. Lê berpirsên PKKê hişyarî didin Tirkiye û dibêjin, eger êrîşê Efrînê bikin, dê Efrîn bibe Kobaniya duyemîn.