Sûriye: Emîrê DAİŞê yê bombirêjkirina otombîlan hate kuştin

Sûriye: Emîrê DAİŞê yê bombirêjkirina otombîlan hate kuştin

01:28:58

 

Rojava News: Berpirsê bombirêjkirina otombîlên rêxistina DAIŞê ku, bi regez Siûdiye û bi navê Ebû Eymen Cezrawî tê naskirin li Sûriyê hate kuştin.

Li gor ajansa SANA ya nûçeyên fermî ku ser bi rejîma Sûriyê ve ye û li ser zarê çavkaniyekî navxweyî belav kir li bajarê Ebû Kemal ser bi parêzgeha Dêrazorê Emîrê bombirêjkirina otombîlên rêxistina DAIŞê ku, bi regez Siûdiye û bi navê Ebû Eymen Cezrawî tê naskirin hate kuştin.

Ji aliyeê xwe ve çend ajansên meydyayî û malperên nûçeyan ragehandin ku, emîrê DAIŞê ji encama bombebarankirina Hêzên Hevpeymaniya navnetwî de li ser wî bajarî hate kuştin.