00:22:40
Rojava News: Li Sûriyê navçeya Seraqib a Idlibê ku di destê opozîsyonê de ye, hilbijartinên rêveberiya herêmî hate pêkanîn.
Endamê Encumena Hilbijartinê ya Navçeyê Muhemed Selamî diyar kir: “Li herêmê cara yekem e ku hilbijartineke azad hate pêkanîn.”
Herwiha Selamî destnîşan kir, ku hilbijartin bi piştgiriya Hikûmeta Sûriyê ya Demkî ve hatiye lidarxistin û got: “Li Seraqibê 45 hezar kes dijîn. Me li vir, li 8 cihên cuda hilbijartin pêk anî. Di saet 08:00an de dest pê kir û di 20:00an de dê bidawî bibe.”
Weke din Muhemed Selamî aşkere kir, ku di serdema şerê navxweyî de ev cara yekem e ku jin dikarin dengê xwe bidin û werin hilbijartin û herwiha amaje bi wê yekê kir, ku li navenda navçeyê û li gundan, zêdetirî 4 hezar û 500 kesan, dengê xwe dane.
Endamê Encumena Hilbijartinê ya Navçeyê Muhemed Selamî diyar kir, ku 5 zilam û 3 jin, bi tevahî 8 kes namzedên hilbijartina rêveberiya herêmî bûne.
