2:22:42 PM
RojavaNews: Parlamentoya Sûriyê bi piraniya dengan Seroka parlamentoyê Dr. Hediye Ebas ji karê wê dûr xist.
Parlamentoya Sûriyê di daxuyaniyekê deragihand, ku biryar bû di civîna parlamentoyê de programa navxwe ya parlamemtoyê bihata gotûbêjkirin lê Seroka Parlamentoyê Dr. Hediye Ebas bêyî gotûbêjkirinê, program xistiye dengdanê.
Parlamentoya Sûriyê seroka xwe bi reftarên demokratîk tometbar dike û diyar dike, ku vê yekê bandoreke nerênî li parlamentıyê kiriye û, ew bûye sedem, ku gelek kêmasî bikevin ser hev.
Parlemana Sûriyê eşkere dike, ku Dr. Hediye Ebas rê nedida parlamenter biaxivin û li dijî nerîna piraniya parlamenteran a derbarê gotûbêjkirina hin madeyan de derdiket , Lewma jî bi dengên 164 parlamenteran Dr. Hediye Ebas ji kar hatiye avêtin.
Li gorî daxuyaniyê niha Necdet Îsmaîl Enzûr, ku cîgirê wê bû, şûna Dr. Hediye Ebas girtiye.
Ev yekemîn car e, ku di dîroka deshelata Partiya Bees ya Sûriyê de, parlamenter bi dengên xwe serokê parlamentoyê diguherin.
