Balafirên Sûriyê Rojavayê Lûbnanê bombebaran kirin!

Balafirên Sûriyê Rojavayê Lûbnanê bombebaran kirin!

12:46:53

 

Rojava News: Balafirên şer ên Sûriyê bi hemahengiya li gel milîsên Hizbûllaha Lûbnanê, navçeyek rojavayê Lûbnanê bombebaran kirin.

Du rojên borî de milîsên Hizbûllah a Lûbnanê êrîşek li ser barega û binkeyên DAIŞ û  Eniya El Nusra pêkanî, ku baskeke rêxistina terorîst a El-Qaîde ye.

Li gor nûçeya çapemeniya nêzîk rejîma Sûriyê, balefirên şer ên rejîmê binkeyên Eniya El-Nursra li navçeya Cerd Flîte ya nêzîk navçeya Cirud Ersal ku li ser sînorê Lûbnanê ye bombebaran kiriye. 

Milîsên Hizbulla dest dest danîne ser navçeyên Ciwar Şêx Wadî Kirêtî, Zelîl a Spî, Serec Qiweysîfyan ên başûrê Cirud Ersal ê, ku Eniya El-Nusra û DAIŞê binkeyên wan li heman deverê ne.