Rojava News: Rêxistineke Mafên Mirovan li Sûriyê eşkere dike ku 5 hezar leşkerên Artêşa Sûriyê û çekdarên îranî û Hizbulla li başûrê Sûriyê şerê hêzên dijbereyê dikin. Endamekî hevpeymaniya dijbereyê jî dibêje ku 110 çekdar ji wan dîl ketine destê hêzên dijbereyê.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye, di şerê ku ji roja pêncşemê de li parêzgehên Dera û Qunêtra didome de, 1200 çekdarên Hizbulla û 2 hezar çekdarên din yên îranî, iraqî û efxanî ku fermana xwe ji Îranê werdigirin, li kêleka hêzên Artêşa Sûriyê şer dikin.
Hat gotin ku Artêşa Sûriyê û çekdarên alîgirên wê dixwazin car din tevahiya parêzgeha Qunêtra ya li ser sînorê Îsraîlê û navçeyên başûrê rojavayê Şamê bixe bin kontrola xwe.
Heman rêxistinê aşkere kir ku Hizbulla û Îran dixwazin 5 hezar çekdar û leşkerên din li Dera û Qunêtrayê belav bibin.
Li gor çavkaniyên djbereya Sûriyê, di şerê herdu rojên borî de li heman navçeyê 29 leşkerên Artêşa Sûriyê û çekdarên alîgirên wê û 49 kes ji hêzên ijbereyê hatine kuştin.
Bi gotina serkirdeyekî hevpeymaniya dijbereya Sûriyê, 110 çekdarên alîgirên Artêşa Sûriyê li bakurê rojavayê parêzgeha Derayê dîl ketine destê hêzên dijbereyê.
