12:06:51
Rojava News: Tora Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, ku li bajarê Reqayê di heyama 8 mehan de hezar û 400 kesên sivîl hatine kuştin.
Tora Mafên Mirovan a Sûriyê di raporekî de amara şerê 8 mehan a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û DAIŞê de, eşkere kir.
Li gorî raporê di navbera meha Cotmeha 2016ê û Hezîrana 2017ê de de herî kêm hezar û 400 sivîl di herêmên bin kontrola DAIŞê de hatine kuştin, ku 308 kes ji wan zarok û 203 jî jin bûne.
Herwiha rapor diyar dike, ku ji ber êrîşên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, li Reqayê 731 sivîl hatine kuştin, ku 210 ji wan zarok û 139 jî jin bûne.
Operasyona Xezeba Firatê ya kontrolkirina Reqayê roja 5ê Mijdara 2016ê dest pê kiribû. Hêzên şerker ên meydanî HSD ye û Hevpeymaniya Navndewletî ya di bin pêşengiya Amerîkayê de piştgiriyê dide vê hêzê.
Şervanên HSDê niha ketine nav bajarê Reqayê û ji sedî 30ê bajêr kntrol kirine.
