Leşkerên Rûsî li parêzgeha Dera yê belav dibin!

Leşkerên Rûsî li parêzgeha Dera yê belav dibin!

13:30:43

 

Rojava News: Rûsya hejmarek ji leşkerên xwe li bajarokekî Der'ayê belav kir û yekem xala xwe ya pişknînê jî danî.

Li gor hin jêderên opozîsyona Sûriyê şeva borî hejmark ji leşkerên Rûsî li bajarokê El-Senemîn li bakurê Der'ayê hatin belavkirin û yekem xala xwe ya pişknînê jî li bajarokê Dêr El-Bext jî danîn, ku digel artêşa Sûriyê ne û alaya Rûsya û ya rêjîma Sûriyê jî li ser wê xalê hatine bilindkirin.

Li gor ajansên nêzîkî opozîsyonê, Rûsya xala xwe di navbera navçeyên di destê rêjîm û opozîsyonê de danaye.

Rêkeftina agirbestê li Der'a, Siwêda û Quneytira di navbera Amerîka û Rûsyayê de hate ragihandin, li gor rêkeftinê dê hêzên polîsên leşkerî yên Rûsyayê çavdêriya wan deveran bikin bi hevahengî ligel Amerîkî û Urdunê. ji 9 Tîrmehê ve jî ew rêkeftin berdewam e.