El Nûsrayê li pêşberî gel milîtanên DAIŞê înfaz kirin!

El Nûsrayê li pêşberî gel milîtanên DAIŞê înfaz kirin!

14:18:57

 

Rojava News: Rêxistina Fetih El Şam (El Nûsra) li bajarê Idlîb ê Sûriyeyê bi tohmeta ku êrişên bombeyî kiribûn milîtanên DAIŞê li meydanê li pêşberî gel înfaz kirin.

Li gorî zanyariyên berdest, rêxistina Fetih El Şam bi tohmeta ku hefteya borî li bajarê Idlîbê çend êrişên bombeyî organîze kiribûn 2 milîtanên DAIŞê li meydanê li pêşberî çavê gel bi guleyan înfaz kir.

Milîtanên DAIŞê ku li meydana Ziraet a Idlîbê dest û çavê wan hatibûn girêdan her yek bi guleyan hatin înfazkirin.