Çoltarê Libnanê: Li Arsalê agirbest hat raghandin!

Çoltarê Libnanê: Li Arsalê agirbest hat raghandin!

13:04:44

 

Rojava News: Li gor hatiye ragihandin milîşên Huzbullah yê Libnanî îro li Arsala Libnanê agirbestek îlankirine.

Berpirsê rêxistina Hizbullaha Lubnanî Şêx Hesan Nasrallah di daxuyaniya ji bo ragihandinê de gotibû; operasyona ku li çoltarên Arsal û Qalemûn dane destpêkirin ber bi serkeftinê ve ye.

Piştî serkeftina ku Milîşatên Huzbullah Lubnanê bi destxist agirbestek ragihand da El Nusra û malbatê wê deverê biterikînin.

Li ser rêkeftina ku Milîşatên Huzbullah Lubnanê û Cebhet EL-Nusra çêkirin, Huzbullah agirbest ji seat 6:00ê sibeha roja pêncşemê ango îro ragihand.

Li gorî rêkeftinê, Cebhet EL-Nusra û malbatên xwe ji Cerûd Arsal derkevin û ber bi bajarê Idlibê ya Sûriyê ve biçin. Herweha Cebhet EL-Nusra 3 endamên Milîşatên Huzbullahê ku berê dîl girtibûn serbest berdan.