Rêjîm û Rûsya Her 29 Demjimêran Carekê Bargehên Pizîşkî Armanc Dikin

Rêjîm û Rûsya Her 29 Demjimêran Carekê Bargehên Pizîşkî Armanc Dikin

3:26:29 PM

RojavaNews:Vekolîneke hevbeş di nabera rêkxistinên mafnasiyê yên Sûrî de, amanckirina rêbazkirî ji bargehên Pizîşkî re li parêzgeha Idlib ji hêla Rêjîmê û Rûsya ve di heyva nîsanê de diyar kir.

Raportê tekez kir ku 25 bargehên Pizîşkî li Sûriyê di heyva nîsana 2017ê de anko her 29 demjimêran bi êrîşekê  hatine amanckirin, û diyar bû ko 91% ji wan bi destê hêzên rêjîmê û yên Rûsa ne û piraniya wan li Idlibê pêk hatine.

Pêzanînên belavbûyî di vê raporta hevbeş de, destnîşan dikin ko hêzên rêjîmê û Rûsya ew berpirsiyar in di ber her heşt êrîşên li ser nexweşxane û navendên guhdana tendiristiyê, û ew xizmeta 1.3 milyon mirovî dikin li gora gotinên dîdevanan û birêveberên navendên bijîşkî.

Karmendekî  bi navê “Arşîfa Sûrî” û şirîkên wî raporta bi navê (Sûriyên ji bo rastî û dadmendiyê, dadmendî ji bo jiyanê) amade kirine, bo şirovekirina van cûreyên êrîşan, û misoger bike ji himberkirina komek ji naveroka dîdeyî bi jêderekî vekirî û daxuyaniyên çavdêriya asmanî û gotinên dîdevanan.

Li gora raportê van êrîşan berdewam kirin (li gora encaman) û bombebarana peyapey ji cihan re bêyî ko hişyariyan bidin û çi kirdeyên leşkerî yên dijminkarî yên çalak nêzîkî bargehên êrîşê tunebûn.

Yên bi raportê rabûne destnîşan kirin ko buhayekî bêtir dide bizavên ko li jorê anîne ziman ko ziyanê nîşan dikin û pêvajoya naveroka dîdeyî (75 vîdyo) diyar dikin û bi dîdevaniya 14 dîdevanan û digel daxuyaniyên çavdêriya asîmanî (6343 temaşe kirin )yên ko ji hêla rêkxistina çavdêriya firokan li herêma derdora  nexweşxanan çaxê êrîşê hatine pêşkêşkirin.

 Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans