RojavaNews:Çalakvanên Sûriyê li seranserî cîhanê dest bi gireveke birçîbûnê kirin bi armanca eşkerekirin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan û kiryarên eşkencê û kuştinê yên li derveyî yasayê li dijî penaberên Sûriyê li Ersala Libnanê.
Duhî ji aliyê 12 rêxistinên mafnasî ve, daxuyaniyek belav bû û têde piştgiriya xwe nîşan dan li hemberî vê pêngava çalakvanên Sûriyê, û di daxuyaniyê de hat "pêwîst e ev karên dijminkarî li dijî penaberên Sûriyê bilez rawestin û divê tawankar bêne dadgehkirin".
Daxuyaniyê bal kişand ku bikaranîna zêde ya zengê li dijî penaberan bû sedema kuştina 4 girtiyan bi kêmayî di bin eşkencê de, tevî hewlên hikûmeta Libnanê ji bo veşartina rastiyan, û destdanîna li ser nîşan û belgeyên hatine standin ji ser laşê girtiyan yên hatine kuştin di navendên girtinê de, ku ev kar ji aliyê navenda mafê mirovan ya Libnanê hat şermezarkirin.
Hêjayê gotinê ye ku ev kampaniya mangirtinê ji aliyê du jinên Sûriyê bi navên I'zet Murteda û Werna Cindî hat ragihandin û herdu penaberin, yek li Amsterdam ye û ya din li Parîsê ye, û paşî gireva birçîbûnê ji du heftiyan dest pê kir bi tevlîbûna zêdetirî ji 40 çalakvanî.
Ew kampanî daxwaza encamdana lêpirsîneke serbixwe li hemberî bûyerên kampên penberan li Ersalê dike, herwiha daxwaza dadgehkirina berpirsyarên kiryarên lêdan û kuştinê yên dûr ji yasa ya dadweriyê li dijî penaberên Sûriyê û misogerkirina parastina penaberên Sûriyê li Libnanê û dewlatên din dike.
Hêjayê gotinê ye, ku di roja Çarşemê de komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê nameyek şermezarkirinê derbarê êrîşên Hizibulaha Libnanî li ser navçeya Qelmûn ya Sûriyê û Ersala Libnanê ji Entinyo Gotrîs sekretêrê giştî yê NY û ji sekretêrê komkara Erebî Ehmed Ebû Elxeys û ji nûnerê giştî yê Encûmena Asayîşa Navdewletî re şandibû.
Herwiha, Hevbendiyê di nameyê de daxwaza şermezarkirinê ji NY kiribû , ji bo xistina fişaran li ser hikûmeta Libnanê ji bo çakirina rewşa penaberên Sûriyê û parastina wan ji zêdegavî û tawanên berdewam yên milîsiyên Hizibullah li dijî penaberan , herwiha daxwaza dirustkirina komîteyek serbixwe bi çavdêriya NY kiribû ji bo eşkerkirina nehîniyên van tawanan, û gerantîkirina serbestberdan û parastina penaberan bi awayekî bilez kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî
