Sûriye: Welatên Rojavayî alîkariya terorê tercîh kirin!

Sûriye: Welatên Rojavayî alîkariya terorê tercîh kirin!

10:47:35

 

Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad ragihand ku di navbera welatên Rûsya û Sûriyê de kordînasyoneke bi bandor a rojane çêbûye, lê Welatên Rojavayî jî alîkarîyê didin terorê.

Mîqdad ji Spûtnîkê re bal kişand ser hevkariya Rûsya-Sûriyê di têkoşîna dijî terorê de û got, "Bi saya piştevaniya Rûsyayê ya bo Sûriyê di vî warî de serkeftinên girîng hatin bidestxistin. Ya diduyan çareseriya siyasî ye. Em beşdarî hemû civînên navnetewî yên Cenevê bûn. Li vir zehmetiya ku herî zêde em pê re rûbirû bûne, dilnexwestina hin Welatên Rojavayî ya têkoşîna terorê ye. Wan tercîha xwe li ser alîkarîkirina terora ku tirs û felaket bi xwe re aniye kir."

Mîqdad herwiha îdia kir ku sedema hemû kêşeyên li herêmê daxwaza Welatên Rojavayî ya serwerîbûna kolonîyan e û da xuyakirin, berpirsê herî mezin ê belavbûna terorê Amerîkaye ku Washington li derveyî hiqûqa navndewletî tevdigere.

Wezîrê Sûriyê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve red kir û li ser hewldanên alîkariyên însanî jî diyar kir ku Hikûmeta Sûriyê bi 23 dezgehên navnetewî yên civakî