14:32:10
Rojava News: Hêzên rêjîmê bi alîkariya milîsen biyanî sersibeha îro hejmarek ji deverên leşkerî nû li gundewarê rojavayî Dêrazorê kontrol kirin.
Hêzên rêjîmê di pêsketina nû de Wadî Turab, Tel Turab, Recûm, Wadî Xerayic kontrol kirin, piştî pevçûnin dijwar dijî Daiş.
Bi vê yekê Hêzên Rêjîmê bi 15 kîlometran di parêzgeha Dêrazore de pêsketine, û tenê 50 kîlometr mane ku bighên navenda bajar.
Hêjayî gotinê ye ku Hêzên rêjîme hewldidin ku bighen bajare Dêrazorê, piştî operasiyonek berfireh di gundewarê Reqa û Dêrazore de.
