14:40:50
Rojava News: Li gorî medyaya Sûriyê nuçeya ku li ser Malpera televizyona Sana hatiye belavkirin, di encama bombebarana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de li Dêrezorê 60 hemwelatiyên sivîl hatine kuştin.
Medya Sûriyê îdîa kir, ku li navçeyên Keşme, Şiwêt, Dewêre û Eşare ya bajarê Dêrezorê, di encama bombebarana firokeyên şer de, piraniyê wan jin û zarok 60 kesên sivîl canê xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku di encama bombebarana frokê hevpeymaniyê de gelek mal vêran bune û dezgehên xizmetê jî têkçûne ji ber wê yekê jî jimareya mirya zêdetir dibe.
Medyaya Sûriyê ji vê bombebaranê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ya di bin pêşengiya Amerîkayê de, berpirs nîşan dide.
