Amerîka: Cîhê Beşar Esad di pêşeroja Sûriyê de tuneye!

Amerîka: Cîhê Beşar Esad di pêşeroja Sûriyê de tuneye!

 

10:59:54

Rojava News: Wezîrê derve yê Amerîkayê di civînek rojnamevanî ya li Washingtonê de ragehand, di paşeroja Sûriyê de cîhê Beşar Esed û cîhê wî tineye.

Li gor raporta Reutersê wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson di civîneke çapemeniyê ya duh 01.08.2017ê li Washingtonê de ragehand: ‘’Di paşeroja Sûriyê de cîhê Beşar Esad tine û hêzên leşkerî yên Îranê jî divê Sûriyê derkevin.’’

Wezîrê karê derve yê Amerîkayê amaje bi vê yekê jî kir, ku hikûmeta Îranê bi çalakiyên mûşekî ve naveroka rêkeftina atomî binpê kiriye.

Rex Tillerson got: ‘’Em daxwaz ji welatan dikin bila dijî siyaseta Rûsya ya piştevaniya Koreya bakûr, Sûriyê û Îranê rawestin, Amerîka li hember Rûsya siyaseta xwe ya zelal radigehîne, ji ber em li gel yek dixwazin paşeroja Sûriyê bi bingeh bikin.