11:12:46
Rojava News:Dijbereya Sûriyê ragihand, ku ew biryarên Encumena Damezrêner a Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê yên derbarê dabeşkirina îdarî ya deverên li bakurê Sûriyê de qebûl nakin.
Encumena Parêzgeha Reqayê ya ser bi hikûmeta demkî ya dijbereya Sûriyê, projeya Federalîzma Bakurê Sûriyê ya derbarê dabeşkirina deverên li bakurê Sûriyê de red kir.
Serokê Encumena Reqayê ya ser bi dijbereya Sûriyê ve, Seid Şiwêş ragihand, ku ew girêdana Girê Sipî bi Herêma Firatê ya Rêveberiya Xweser ve red dikin.
Şiwêş diyar kir, ku ew dê pêwendî bi Hevpeymaniya Navdewletî bikin, da ku vê biryara Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê ve hilweşîne.
Şiwêş herwiha got:”heger hewlên wan ên siyasî di vê derbarê de serî negirin, ew dê neçar bibin, ku çekan hilgirin û bi gotina wî berevaniyê di ber bajarên xwe de bikin”.
Di yasayê de hatiye, ku Herêma Efrînê ji Efrîn, Şehba û Minbicê pêk tê, Herêma Firat ji Kobanê û Girê Sipî pêk tê û Herêma Cizîrê jî ji Qamişlo, Hesekê û navçeyên ser bi her du bajaran ve pêk tê.
