11:31:11 AM
RojavaNews: Hevjîna bernamesazê Sûrî Basil Xertebîl El-Sefedî duh êvarî nûçeya bidarvekirina bernamesazê Sûrî li ser destê hezên Rêjîmê di destpêka heyva Oktober ya sala 2015ê de ragihand,
Tê zanîn ku sîxuriya Rêjîmê di sala 2012ê de li 15 Avdarê li taxa Mezê li şamê Basil girtibûn û ew birbûn şaxê lêpirsînê 248.
Herweha nûçeyên Basil nema hatin û çend carekî agahî li barê kuştina wî derketin, lê nerast bûn.
Sefedî ji navdartir în bernamenasên Sûrî ye, û berî niha Yekîtiya Ewropî jî helwesta xwe himber vê yekê da ku ev gav weke metirsîdar û dijî azadiya nerînê nirxand.
