11:37:58 AM
RojavaNews: Rojnameya Telegiraf ya Bîrtanî di gotareke xwe de diyar kir ku Netewên Yekbûyî bi milyonên dolaran daye kompanî û kesayetiyên nêzîkî Rêjîma Sûrî û bi taybet nêzîkî serokê Rêjîmê Beşar El-Esed.
Rojnameyê diyar kir ku ew kesayetî li ser lîsteya cezayên Amerîkî ne, û ew yek helwesta Esed himber Rikberiyê xurtir kir.
Heman gotarê eşkere kir ku Netewên Yekbûyî bi 9.5 milyon dolarî li ser rûniştina xwe li hotêla Forsîzun di nava şamê de xerc kiriye, û herweha rêkeftina ligel kompaniyên pêwendiyan emze kirin, û ji nav wan Ramî Mexlûf kurxalê Esed bû.
