Rojava News:Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov di axaftina xwe de ragihandو ku Moskowê bi muxalifên sûriyeyî re li ser herêmeke nû ya agirbestê li hev kirin.
Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov di axaftina xwe ya Rûsiya 24ê de got: "Moskowê bi muxalifên sûriyeyî re li herêma bakurê Humsê ji bo agirbesteke nû li hev kirin. Agirbest li gorî seeta herêmî wê li 12.00an dest pê bike. Li herêma agirbestê 147 hezar niştecih dijîn û ji bo 84 herêman derbas dibe."
Îgor Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Peymana agibesta bakurê Humsê di 31ê Tîrmehê de li paytextê Misrê li Qahireyê di navbera berpirsên Wezareta Parastin a Rûsyayê û muxalifên nerm ên sûriyeyî de pêk hat. Li noqteyên kontrol ên herêmên agirbestê ji 4ê Tebaxê pê ve dê polîsên leşkerî yên rûsî karên xwe bikin."
Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hemû birîndar û nexweşên bakurê Humsê dê bikaribin li nexweşxaneyên leşkerî yên rûsî an jî li saziyên pizîşkî yên Sûriyeyê derman bibin." Li gorî daxuyaniya Konaşenkov dê muxalif jî li hemberî vê ji rêya Hums û Hemayê vekişin
