Rûsya operesyonên leşkerî li gundewarê Humsê rawestand

Rûsya operesyonên leşkerî li gundewarê Humsê rawestand

1:34:55 PM

RojavaNews:Berdevkê fermî yê wezareta berevaniya Rûsî Îgor Konaşînkov îro sibhê ragihand ku rêkeftineke di nav Rêjîm û Rikberiya Sûrî de li Qahîre çê bûye, da ku sê deverên nû yên kêmkirina şer li bakurê Humsê bêne ragihandin.

Berdevekê wezareta berevaniya Rûsî diyar kir ku şer dê ji îro demjimêr 12 nîvê şevê ve li sê deveran raweste, ku 84 bajarok dikevin çarçoveya rêkeftinê yên 147 hazar kes li wan dijîn.

Hêjaye gotinê ye ku devera Sêyem ya ku wê lê raweste piştî Xûta û başûrê Sûriyê ew gundewarê Humsê ye.