01:33:56
Rojava News: Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DAIŞê yê Hevpeymaniya Navdewletî yê Amerîkayê Brett McGurk got ku li Reqayê bi qasî 2 hezar milîtanên DAIŞê mane.
Bret McGurk li ser operasyona rizgarkirina Reqayê ku bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam dike, daxuyanî da.
McGurk ragihand ku bi qasî 2000 milîtanên DAIŞê li nav bajarê Reqayê mane û bi îhtimaleke mezin ew ê bên kuştin.
Nûnerê Hevpeymaniyê da xuyakirin, ji nû ve avadankirina demajo ya Sûriyê encex di zemîna siyasî de were pêkanîn û destnîşan kir ku ji bo avadankirina Sûriyê pêwîstî bi hewildanên navnetewî heye.
McGurk herwiha diyar kir ku artêşa Sûriyê di dorpêçkirina Deyr ez Zorê de bibiryar xuya dike û îhtimal e bi ser bikeve.
