Li Şamê ji ber DAIŞê hejmara mafnasan kêm bibe!

Li Şamê ji ber DAIŞê hejmara mafnasan kêm bibe!

01:37:57

 

Rojava News:Serokê Yekîtiya Mafnasên Şamê, Nizar El-Sakif bal kişand ser, ku di salên dawî de her diçe hejmara mafnasan kêm dibe û li Şamê ew hejmar ji 35 hezaran daketiye 20 hezar kesan.

Sakif diyar kir, ligel ku her sal ji zanîngehan mafnasên nû bawernameyê distînin jî hejmara wan kêm dibe û got: "Nivîsgehên gelek mafnasan hatin ruxandin û şewitandin û ew bêkar man. Gelek mafnasên li herêmên jêr kontrola DAIŞê de hatin kuştin. Lewra DAIŞê fetweya ku mafnasî guneh e û divê ew bên cezakirin derxistibû."

Sakif destnîşan kir, ku endametiya hemû mafnasên ku direvin derveyî welat jî bi awayekî otomatîkî betal dibe û da zanîn, "Lê ger bê têsbîtkirin ku ti pêwendiya wan kesan bi rêxistinên terorê re nîne, dê derfeta ku navê wan ji nû ve were tomarkirin çêbibe."