DAIŞ li bajarê Dêra Zorê sîvîlan dibe şer

DAIŞ li bajarê Dêra Zorê sîvîlan dibe şer

01:56:40

 

Rojava News: DAIŞê li bajarê Dêra Zorê li dijî Artêşa Sûriyeyê bangî welatiyên sivîl ku şer bikin. Rêxistinê belavokan belav kir û kesên ku temenê wan di navbera 20-30an de ne, xwest ku biçin xalên kontrolê yên rêxistinê.

Li gorî ajansa Sputnîk ku ji çavkaniyên rêxistinên sivîl ji wê navçeyê hatin wergirtin rêxistina DAIŞê di şerê li dijî rejîma Sûriyê welatiyên sivîl neçarî şer kirine dike, herwiha belavok li bajarê Dêra Zorê belav kir û bandî tevlîbûna şer dike.

Li gorî daxuyaniya belavokan, hemû zilamên ku temenên wan di navbera 20 û 30an de ne, divê xwe bigihînin noqteyên kontrolê yên rêxistinê û bi zorê birine eniya şer.

Bajarê Dêra Zorê û derdora wê ku li ser Çemê Firatê ye û dikeve bakur rojhilatê Sûriyê ye, di bin kontrola DAIŞê de ye.