12:48:11
Rojava News:Siyasetmedarê Kurd ê Sûriyê Rêzan Hido îdia kir ku hêzên YPGê û yên girêdayî hikûmeta Sûriyê li ser vekirina rêya di navbera bajarê Efrînê û bajarê Helebê li hev kirin.
Rêzan Hido ku nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tê naskirin got:”hêzên YPGê û hikûmeta Sûriyê li hev kirine, ku rêya di navbera Heleb û Efrînê were vekirin.
Li gor nûçeya BasNewsê Rêzan Hido da xuyakirin, li gorî rêkeftina wan ew otomobîlên ku pilakên wan ji aliyê rêveberiya Efrînê ve neyên piştrastkirin, nikarin derbasî nav bajarê Efrînê bibin.
Herwiha nabe hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê pêşiya welatiyên Efrînê yên ku dixwazin biçin Helebê bigirin.
Li gor jêderên Efrînê hêzên hikûmeta Sûriyê ev çend roj in rêya di navbera bajarê Efrîn û Helebê girtibû ku ew rê ji Efrînê diçe Helebê û ji bajarokên Zehra û Nubil re derbas dibe.
