Li Reqayê bombardiman: 43 kes mirin

Li Reqayê bombardiman: 43 kes mirin

13:57:21

 

Rojava News: Hat ragihandin ku di encama êrîşên hewayî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku li bajarê herêma sivîl a Reqayê xistiye de, 43 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ku dispêre çavkaniyên herêmî, hevpeymaniyê li Reqayê bi çend êrîşên asmanî li deverên avahiyên sivîl xistiye û 43 sivîl hatine kuştin û çendek jî birîndar bûne.

Di nûçeyê de derbarê xala êrîş lê hatiye kirin de, agahiyeke piştrastkirî û zelal nehat dayîn.

Beriya vê jî hatibû ragihandin ku hevpeymaniyê li Reqayê bi bombeya fosforê li Nexweşxaneya Netewî daye.