Rêjîma Sûrî devera Suxnê xiste bin kontrola xwe!

Rêjîma Sûrî devera Suxnê xiste bin kontrola xwe!

14:15:14

 

Rojava News: Rêjîma Sûriyê bajarê Suxnê yê bi ser parêzgeha Humsê kontrol kir.

Rawengeha Mafê Mirovan ya Sûriyê di derbarê wê rewşê de got: "hêzên rêjîma Sûriyê bajarê Suxnê yê ser bi parêzgeha Humsê ku bargeha herî dawî ya çekdarên DAIŞʹê li Humsê bû kontorl kir."

Ajansa Fermî a Rêjîma Sûriyê SANA beriya niha gotibû ku hêzên rêjîmê bajarê Suxnê xistine çemberê.

Bajarê Suxnê li bakûrê rojhilatê bajarê Tedmûra kevin Palmêraye.