Artêşa Sûriyê bi piştgiriya balafirên Rûsî Sukna kontrol kir!

Artêşa Sûriyê bi piştgiriya balafirên Rûsî Sukna kontrol kir!

11:58:50

 

Rojava News: Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya başlafirên şer ên Rûsyayê bajarokê El Sukna ku dikeve rojhilatê Hûmsê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxist. Bi kontrolkirina bajarokê El Sukna artêş zêdetir nêzîkî Dêra Zorê bû.

Artêşa Rejimê bi bi tevlîbûna 8 hezar leşker û bi piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê şevê din di aliyê başûr û başûrê rojhilat de kete nava bajarokê El Sukna. Piştî şer û pevçûnên dijwar artêşa Sûriyeyê bajarok ji destê milîtanên terorîst derxist. Di pevçûnan de ji xeyrî kuştina emîrê DAIŞê yê El Sukna Ebû Omer El Tunusî gelek milîtanên din jî hatin kuştin.

Artêşê li bajarokê El sukna dest bi paqijiya bombe û mayînên çandî kir û ji bo bajarok rastî êrişeke din nê bergiriyên ewlehî girtin. Ji aliyê din ve Komeleya Mafê Însanî ya Sûriyeyê jî ku navenda wê li Îngîltereyê ye ragihand ku bajarokê El Sukna ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat kontrolkirin.

Bajarokê El Sukna ev zêdetirî di salan bû ku di kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de bû. Artêşê bi kontrolkirina El Sukna nêzîktirî bajarê Dêra Zorê bû.