Pilatformên Qahîra û Mosko naçin S’udiyê

Pilatformên Qahîra û Mosko naçin S’udiyê

6:28:16 PM

RojavaNews: Herdû pilatformên Qahîra û Mosko vexwendina desteya bilind ya danustandnan ya opozsyona Sûriyê jibo civîna ku wê di pazdehê vê mehê de were li darxistin li Riyadê paytexta Erbistana S'udiyê red kirin .

Her di vê derbarê de serokê pilatforma Qahîrayê Fîras alxalidî di daxuyanyekê de ji alavên ragandinê re  diyar kir ku ,vexwendinên ku rastî wan û platforma Moskoyê kirine ewjî  jibo li darxistina hevdîtnên şêwermendiyê ye  ji dervî çarçoveya netewên Yekgirtî ye .

Ji aliyê xwe ve serokê pilatforma Moskoyê Qedrî Cemîl got ku, hewla desteyê ji vê hevdîtnê re gavek erênî ye lê wan ev vexwendin red kirine jiber ku, wê  li ofîsa destyê li Riyadê were lidarxistin û serbar kir ku, eger li Cinêfê were li darxistin ji alîyê siyasî ve guncawtre .