11:23:50
Rojava News: Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand, ku ew ti rêveberî û encumenên xwecihî li derveyî hikûmeta navendî li Sûriyê qebûl nakin û got, ku ew dê cardin herêmên di bin kontrola kurdan de vegerînin bin kontrola hikûmeta navendî ya Sûriyê.
Di hevpeynvîneke li gel ajansa Reutersê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad helwesta hikûmeta Şamê derbarê biryara Encumena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyê ya ji bo sazdana hilbijartinan li bajar û bajarokên bin kontrola PYDê de aşkere kir.
Feysel Miqdad got, ku hikûmeta Sûriyê rê nade wan aliyan ku gefê li ser yekîtiya axa Sûriyê çêbikin.
Miqdad herwiha da xuyakirin, ew di wê baweriyê de ne ku welatiyên Sûrî li bakurê Sûriyê ti metirsiyekê naxin ser rewşa welat û ti hewlekê jî ji bo parçekirina Sûriyê nadin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê gef li wan aliyan jî xwar, ku dixwazin li deverên bakurê Sûriyê hilbijartinan saz bikin û got, ew aliyên ku ji bo parçebûna Sûriyê difikirin, dê hesabekî giran bidin.
Wî berpirsê pilebilind ê hikûmeta Sûriyê tekez kir, ku ew ti encumenên xwecihî ji derveyî encumenên ser bi hikûmeta Sûriyê ve nas nakin û destnîşan kir, ku ew dê wan herêmên ku niha di bin kontrola Kurdan de ne, careke din bixin bin kontrola hikûmeta navendî ya Sûriyê.
Roja 27ê Tîrmeha bihorî, Encumena Damezrêner a Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê ya dibin kontrola PYDê de li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê civiyabû û biryara sazdana 3 hilbijartinan li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dabû.
Li gorî wê biryarê, dê di 22ê Îlona 2017ê de, hilbijartinên komonan, di 3ê Mijdarê de hilbijartinên hikûmetên xwecihî, encumenên gund, navçe û bajaran û herwiha di 19ê Çileya 2018ê de jî hilbijartinên herêman û Kongreya Demokratîk a Gelên Bakurê Sûriyê werin encamdan.
