11:55:49
Rojava News: Serkêşê bere yê rêxistina Heyet Tehrîr El-Şam Elî El-Ercanî bi rêya tivîtekê ji hêzên dijbereyê xwest ku hêzeke xwe ya taybet û serbixwe ava bikin.
Ercanî weha got:" Ey mêrên şoreşê eger hûn dixwazin tiştê mayî ji serkeftinên xwe biparêzin, girêdana xwe bi hemî hêzan bibirin û hêzeke xwe ya taybet û serbixwe ava bikin".
Ercanî domand û got:"Şerê di nav hêzan de stemkarî û destdirêjî ye, û çê nabe ku hûn tevlî bibin, û amaje bi wê yekê kir ku "armenca şoreşê koma Esed e"û her kes"Misilmanan û Islamî dikuje jêrî navê olê û ol ji wan bêrî ye".
