Li Sûrî rêjeya nexweşiyên derûnî zêde dibin!

Li Sûrî rêjeya nexweşiyên derûnî zêde dibin!

12:46:26

 

Rojava News: Li gor raporteke tendurîstî ku dohî belavbû ji ber şer û aloziyê ku li Sûriyê tê jiyankirin rêjeya metirsiya nexweşiyê derûnî bilind buye.

Di hemen raportê de hatiye ku:  4% ji xelkên Sûriyê bi nexweşiyên derûnî dijwar ketine, ango 800 hzar kes ji hejmara 20 meliyonan.

Û li gor raporek bijîşkên derûnî tenê 9% ji wan nexweşan tên dermankirin, ku rêjeya kêseyên navîn di navbera 20% - 40%  de ye û yên sivik 50% ye  

Di çarçoveyê de dermansaz Mehmûd Hesen got:" di dema bûrî de rêjeya kesên ku tên dermankirin gihiştiye 40%, û nexweşiyên sivik 50% bêtir bûne  

Tê zanîn ku desteya giştî  ya bijîşkiya rewa ya rêjîmê di sala bûrî de ragihand  ku rêjeya kesên ku ji ber nexweşiyên dil û mejî jiyanê ji dest didin gihiştiye  rêjeya 70% ji hejmara giştî